Break newsNûçeslide

Di kemîneyeke Pêşmerge de 130 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Yekîtî Media 29/8/2017

Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê daxuyaniyek derbarê şerê Ayaziyê belav kir û aşkere kir, çekdarên DAIŞê ketin kemîneyeke Pêşmerge û 130 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye, “Piştî teroristên DAIŞê di şerê Tilefer û Avkenî (Ayaziyê) rastî şikestinê hatin, wan hewl da riyekê ji xwe re bo Sûriyê vekin, lê Pêşmergeyên Kurdistanê amadehiya temam girtibûn û teroristên li bakurê Tilefer û Avkeniyê ketin kemîneyeke Pêşmergeyan.”

Fermandariya Giştî ya Pêşmerge aşker kir jî, “Piştî şerekî giran ku 72 demjimêran ber xwe da, terorist rastî şikestinê û ziyaneke mezin hatin û termê 130 teroristî ketine destê Pêşmergeyên Kurdistanê.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button