Di êrîşeke asmanî li ser Meyadînê 57 kes hatin kuştin

Di êrîşeke asmanî li ser Meyadînê 57 kes hatin kuştin

Yekîtî Media 27/6/2017

Di encama êrîşeke asmanî de, li ser bajarê Meyadîn ê ser bi Dêrezorê ve, herî kêm 57 kes hatine kuştin.

Li gor ajansên xwecihî, berbanaga roja 27ê Hezîranê, balafirên şerî, ku tê gotin balafirên hevpeymaniya navdewletî ne, êrîşî zîndaneke DAIŞê li bajarê Meyadîn kirine.

Li gor heman ajansan, di encama êrîşê de, herî kêm 42 girtî û 15 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Li gor wan ajansên xwecihî, di wê zîndanê de, nêzîka 100 girtî hebûn ku hin ji wan endamên rêxistina DAIŞê bi xwe bûn.