Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Di encama Teqînên Stanbolê de 29 kuştî û 166 birîndar

Yekîtî Media 11/12/2016

Di encama du teqînan de li Stanbolê 29 kesan canê xwe jidest dan û 166 kesên din jî birîndar bûn.

Şeva borî du teqînan bajarê Stanbolê hejandin, teqîna yeke di riya otombîleke bombebarkirî re li nêzîkî lîstikgeha Pişîktaşê ya topapê hate kirin, ku herdu tîman Pişîktaş û Borsasporê lîstika, teqînê jî tîmeke polîsan armanc kir.

Piştî 45 çirkeyan teqîna duyem encam da, kesekî din tîmeke polîsan li parka Maçka kire armanc û xwe teqand.

Di encama herdu teqînan de jê 29 kesan canê xwe jidest dan, 2 kes sivîl in û 27 jî polîş in.

Herwiha di encama herdu teqînan de 166 kes birîndar bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button