Break newsNûçeslide

Di encama teqîna embareke sotemeniyê li Serê Kaniyê jinekê jiyana xwe jidestda

Yekîtî Media 11/2/2017

Di encama teqîna embareke sotemeniyê ( Dîzil) li malekê li bajarê Serê Kaniyê, jinekê jiyana xwe jidestda û neviyê wê bi giranî şewitî, herweha xanî bi temamî hat şewitandin.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Serê Kaniyê ragihand ku, Xane Berko Hanî temen 60 salî jiyana xwe jidestda jiber ku bi giranî şewitî, herweha neviyê wê Cabir Silêman temen 10 salî bi giranî şewitî û hat veguhestin bo nexweşxaneyên Qamişlo û rewşa wî xirab bû.

Nûçegihanê me ragihand ku ew xanî li ser riya giştî ya Serê Kaniyê bi Dirbêsiyê ve girêdide dikeve, ew xanî bi temamî şewitî bêyî ku sedemên teqîna wê embarê bête diyarkirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button