Break newsNûçeslide

Di encama êrîşa çekdarên DAIŞê li ser kampa Ricim Sileybî 26 kes hatin kuştin

Yekîtî Media 2/5/2017

Çekdarên DAIŞê êrîşî kampa Ricim Sileybî ya devera Holê li başûrê Hesekê kirin û nêzî 26 kesan hatin kuştin û zêdeyî 30 kesên din jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan, 4 çekdarên DAIŞê bi otomobîlekê ji cureya Hamer êrîşî kampa Ricim Sleybî kirin û di encamê de nêzî 26 kesên koçber hatin kuştin û zêdeyî 30 kesî jî birîndar bûn.

Li gorî textorekî ji Hesekê ragihandiye, birîndarên kampê ku piraniya wan ji penaberên Mûsil û koçberên Dêrazorê ne bo nexweşxaneyên bajarê Hesekê hatine veguhestin û birînên çend kesan jî giran in.

heseke heseke1

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button