Break newsNûçeslide

Di encama bombebarana karwana DAIŞê 85 çekdar hatin kuştin

Yekîtî Media 8/9/2017

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê Ryan Dillon ragihand, ku di encama bombebarana firokeyên şer de li çolistana Sûriyê 85 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Ryan Dillon eşkere kir, karvaneke otobûsên çekdarên DAIŞê yên dorpêçkirî li çolistana Sûriyê bûye armanca bombebarana firokeyan. Li gorî gotina Dillon ev karwan ji 17 otobûsan pêk dihat, ku ji 29ê Tebaxê ve li parêzgeha Meyadînê dorpêçkirî mabûn.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ragihandin, ku, 300 çekdarên DAIŞê bi tevê malbatên xwe di nava wan otobûsan de bûne.

Piştî rêkeftina DAIŞê ya ligel Hizbullaha Lubnanî, vî karwanî ji sînorê Lubnan-Sûriyê berê xwe dabû sînorê Iraqê. Lê firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ya di bin serokatiya Amerîkayê de, 2 caran êrîşî karwanê kiribûn, ku ev karwan neçar mabûn berê xwe bidine bajarê Meyadînê.

Ryan Dillon da xuyakirin, ku di bombebaranê de 85 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button