Break newsNûçeslide

Di encama 2 teqînan li kampa El-Rikban li ser sînorê Urdinê 10 kes hatin kuştin

Yekîtî Media 16/5/2017

10 kes di encama 2 teqînan de li kampa El-Rikban ya penaberên Sûriyê li ser sînorê Urdin û Sûriyê hatin kuştin

Li gor hin jêderên ser bi opozîsyona Sûriyê ve, şeva borî di encama teqîna du otombêlên bombebarkirî de li kampa El-Rikban ya penaberên Sûriyê li ser sînorê di navbera Urdin û Sûriyê de 6 kesên sivîl hatine kuştin û hijmarek jî birîndar bûne.

Li gor heman jêderê, teqîna yekem li nêzîkî xwaringeha kampê hatiye kirin, ya duyem jî li bazarê li heman kampê hatiye kirin.

Kampa El-Rikban nêzîkî 100 hezar penaberên Sûrî lixwe digire, berî niha gelek caran teqîn  tê de hatine kirin.

Çekdarên DAIŞê berpirsyaretiya xwe derbarî wan teqînan de ragihand.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button