Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Di encama 2 teqînan de li Misrê 30 welatî hatin kuştin

Yekîtî Media 9/4/2017

2 teqînan Xiristiyaniyên “Qibtî” kirin armanc, di encama 2 teqînan de li bajarên Îskenderiye û Tenta yên Misrê de 30 kesan canê xwe jidest dan û bêhtir ji 71 kesên din jî birîndar bûn.

Televizyona Misrî ragihand, di encama teqînekê di Kenîseya Mar Goerges de ya li bajarê Tentayê de 21 kesan canê xwe jidest dan û bêhtir ji 40 kesên din jî birîndar bûn.

Herwiha Telefizyona Misrî ragihand, piştî teqîna yekem ya Tentayê, xwekujekî xwe di hindurê kenîseyekê de li bajarê Îskenderiyê de teqand, di encamê de 9 kesan canê xwe jidest dan û 31 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Navxweyî ya Misrê di daxuyaniyekê de Tevgera Zendên Misrê (Hesm) ya ser bi Îxwan Mislimîn ve bi vê teqînê tuhmetbar kir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button