Break newsNûçeslide

Destnîşankirina Desteya serbixwe ji bo nûavakirina Kobaniyê

Bê guman ew bûyerên ku li Sûriyê rûdan û hîn jî berdewam dikin, bi heman wate û şêweyan, tenê bi karasateke mirovane tên binav kirin.. Herweha ew kiriyarên ku Kobanî kirine qada cengê, piştî ku Kobanî û gondên Kurdan, çi yên girêdayî bi ser wê ve, an jî yên girêdayê bi ser parêzgeha Reqayê ve, ji hemwelatiyan vala kirine, di bin hereşe, gef, kuştin û birdûman kirinê, bala mirov dikşîne ser wê yekê ku ev kiryarên han di bin sîbera pilanekê de tên bikaranîn, ew jî ew e ku herêma Kobaniyê ji hemwelatiyên wê yên resen vala bikin, bi wateyek din em dikanin bêjin, ku armanc ji vê pilana han, qurmê hebûna herêmê ye.
Li gora vê bêtara metirsîdar û hilweşandina ku bi ser kobaniyê de hatî, Her wisa ketina gundewarên wê di bin kiryarên dizîn û xirabiyê de, pêdivî ew e ku em bi şêweyekî lezgînî bala civaka azad û her weha rêxistinên têkeldar di cihanê de, û di pêşiya wan de (UN) pikşînin ser vê kareseta ku bi ser herêma me de hatiye, ta ku ew bi erkên xwe yên sincî û mirovane rabin, da amadekariya xwe ji bo nûavakirina herêmê destnîşankin û derfetên vegerê li pêşiya ew kesên aware û penaber vekin û wan ji van pêtaran xelas kin.
Di vê debarê de, me wek gurûpeke têkildar û teknoqrat ji hemwelatiyên Kobaniyê, û bi dûrî çi aliyekî siyasî, hewlda da em bighêne damezrandina desteyeke sivîl û serbixwe di bin nave (Desteya serbixwe ji bo nûavakirina Kobaniyê) da kanibe bi karên serjimêrî û belgekirina ziyana rabe, her wisa amadekirina pirojeyên girêdayî bi nûavakirinê, û pêşkêşî çi aliyekî ku divî warî de kanibe alîkariyê bik, û ev desteya han kanibe pirojeya nûavakirin li ser zemînê bişopîne û birêve bibe .
Di eynî demê de me weke destpêk ji karê komîtê re dît ku em encûmeneke amadekar binav bikin, da kar û barên desteyê birêve bibe ta deste ji aliyê rêkxerî de çaksaz dibe, çi bi encûmena birêvebir an jî ofîsên pirofişinal .
Di vê boneyê de em daxwazê ji çi kesê têkildar, xemur û bendewar dikin, çi Akademî an pisporbin bin, vê destpêşxeriya me hembêz kin û jê re bibn alêkar, çi di riya tevlêbûnê an jî di riya nerîn û pêşinyaran re, da em bi hev re kanibin xizmeta armanca ku deste ji bo wê hatiye destnîşan kirin bikin.
Desteya nûavakirina herêma Kobaniyê
Ji ber encûmena amadekar ve
Dr. Mislim TALAS
8\12\2014

E-mail: desteyakobani@gmail.com

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button