Break newsNûçeslide

Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî De Bi Dî Mistora Re Dicive Û Pilana Wî Guftugo Dike

Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimaî bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî, îroj, Şemiyê civînek bi şanderê Navdewletî bo Sûryayê Stîvan Dî Mistora re û tîma wî a taybet re lidar xist. Her du aliyan pilana ku Dî Mistora bo pêkanîna daxuyaniya Cinêvê li pêş Encumena Ewlehiyê pêşkêş kiribû guftugo kirin.
Civînê nameya ku şanderê navdewletî  mîna bersivdanekê li ser pirs û têbîniyên ku Desteya Siyasî bo tîma Dî Mistora vegyhestibûn gotubêj kirin, ew jî  bi teklîfa ji hêla Desteya Giştî  a Hevbendiyê di dema civîna lezgîn de berî niha.
Desteya Siyasî  li ser temamkirina şêwirên bi yekîneyên leşkerî,  pêkhatiyên hevrikiya siyasî  a dî û rêxistinên Civaka Sivîl, û lêvegera Desteya Giştî bo stendina biryara guncayî tekez kir.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button