Break newsNûçeslide

Desteya Siyasî Li Ser Belgeya Biroksilê Bi Desteya Hevrêziyê Re Erê Dike

Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî , di xula civînên xwe yên roja îroj Duşembê, li ser belgeya serastkirina siyasî ku di nav şanda Hevbendiyê û Desteya Hevrêziyê de, li wargeha Yekîtiya Ewrupî li Biroksil paytexta Belcîka Hefteya bûrî hatibû lihevkirin erê kir.
Her du aliyan ragihandibûn ku gihiştine nexşerêyekê  bo parastina Sûrî, ji bendên wê nerînên siyaî ên serastkirina siyasî, di riya nerîneke hevbeş ku rê li pêş berdewamiya operasyona siyasî bi çavdêriya Netewên Yekbûyî veke, û li ser guhertina rejîma siyasî bi awayekî ji kokê de û giştî tekez dike, di nav vê guhertinê de serê rejîmê û hemû sembol, bingeh, û şaxên wê ên ewlehiyê.
Belge doza cîbicîkirina” Dxuyaniya Cinêvê” ya (01 Pûşberan 2012an) dike, ji destpêka pêkanîna “Desteya Fermandariya Veguhêz” ku hemû desthilatiyên zagonsazî, dadmendî, û cîbicîkirinê bikar tîne, ji wan, desthilatiya serok-komarê li ser wezaret, deste, û saziyên dewletê, mîna artêş, hêzên çekdar, û alav û şaxên saloxgerî, Ewlehî û polîsan.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê Hişam Merwa got seqayên gotubêjên Biroksilê di navbera herdu aliyan de erênî bûn, û tekez kir ku “ Nakokiya bi Desteya Hevrêziyê re wê beşek ji dema bûrî be”.
Civîna Desteya Siyasî çar rojan berdewam e, wê di roja didwan de balyozên dewletên dostê Sûriyayê pêşwazî bikin, û di roja sisyan de wê  Desteya Siyasî pêşketinên dawî di meydanê de, bi taybet bizav û tevgerên leşkerî ê Tirkî û encamên lihevkirina Newewî a Iranî gotubêj bikin. Lê di roja çaran û ya dawî de wê amadekarî bo ecindeyên civîna Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ku wê di dawiya meha Tîrmehê de lidar bikeve bibe, wê tê de Desteyeke Serokatiyê nû bo Hevbendiyê bê hilbijartin.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button