Break newsNûçeslide

Derbarî hevdîtinên ku li Waşintonê pêkanîn ENKSê daxuyanî belavkir

Yekîtî Media 2/3/2017

Derbarî hevdîtinên şanda Encûmena Niştimanî Ya Kurd li Sûriyê ENKSê li Waşintonê pêkanîne, ENKSê daxuyanî belavkir.

Di daxuyaniyê de hat , ku şanda ENKSê di roja 28 ê sibatê de li avahiya Kongirêsê ligel berpirsên nivîsghea endamê Kongirêsê Birad Şêrman ( ji partiya Dîmokratî ye ) civîya, piştre şanda ENKSê ligel nivîsgeha nûneratiya Herêma Kurdistana Iraqê bi serokatiya Beyan Samî Ebdilrehman re civîya.

Di roja 1 ê adarê de , şanda ENKSê ligel komîta pêwendiyên derve ya Kongirêsa Amerîkî re civîya, herweha ligel komîta pêwendiyên serbazî û berevaniyê re di Kongirsê de civîya.

Herweha şanda ENKSê ligel navenda Londonê ya siyaset û vekolînê bi amadebûna cinêral Arnî Odîno re civîya, û êvarî ligel şêwirmendê serokê Amerîkayê Tirump di hilbijartinan de Welîd Faris civîya.

Di van hevdîtinan de behsa siyaseta ENKSê hat kirin, herweha mijara derbasbûna pêşmergeyên Roj bo xaka Kurdistana Sûriyê hate gotûbêj kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button