Break newsNûçeslide

Derbarî girtina riya Heleb-Efrîn ji rex milîsên şîe xwecihiya ENKSê li Efrînê daxuyanî da

Yekîtî Media 5/8/2017

Encûmena xwecihî ya ENKSê li Efrînê derbarî girtina riya Heleb – Efrînê ji rex milîsên şîe yên bi ser rêjîmê ve daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ENKSê diyarkir ku ev 5 roj in riya di navbera Efrîn û Helebê de ji rex wan milîsan ve hatiye girtin jiber nakokiyên di navber wan û desthilatên PYD de, û ziyanên herî mezin dighêjên welatiyên sivîl yên Efrînê.

Xwecihiya ENKSê ev kara ye şermezarkir, û doz li herdû aliyan kir ku pirsgirêkên xwe bi guftûgoyê çareser bikin, û dûrî binpêkirina mafên welatiyên sivîl di çûnûhatinê de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button