Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Derbarê referendûma serxwebûnê PDK-T civîna çapemeniyê lidarxist

 Yekîtî Media 6/9/2017

Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê PDK-T di derbarê Referandûma Serxwebûna Kurdistanê de li Diyarbekir civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de hate amajekirin ku dê Kurdistaneke serbixwe ji bo aboriya Tirkiyeyê jî encamên baş bi xwe re bîne.

Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyeyê PDK-T Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji aliyê aborî ve nirxand. Cîgirê Serokê Giştî yê PDK-T’ê Ata Şahîn amaje kir ku bazirganiya di navbera Kurdistan û Tirkiyeyê di asteke baş de ye û bi Kurdistaneke serbixwe dê baştir bibe. Şahîn da zanîn ku ew kesên dibêjin dê deriyê sînorî were girtin ji rastiyê dûr in û planeke wiha li cem Tirkiyeyê tine ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button