Break newsNûçeslide

Daxûyaniya G7: Cîhê Esed di Sûriya ya paşerojê de nîne

Yekîtî Media 11/4/2017

Civîna G7 a welatên herî bihêz ên aborî li cîhanê, li Italyayê qediya. Wezîrê derve yê Fransayê, ku piştî civînê daxuyaniya welatên G7 ragihand, diyarkir ku Wezîrên dervê yên G7 di Suriye ya pêşerojê de cîhê Beşar Esad nabînin.

Wezîrê derve yê Fransayê Jean-Marc Ayrault herweha diyarkir ku, li ser sizayên aborî yên nû hemberî Rusya û Suriyeyê civîn yekalî nebûye.

Daxwaza agirbestê li Suriyê,  yek ji daxwazên din a civîna G7 bûye. Ayrault got ku, sazûmanên navneteweyî dive serpereştiya çavnêriya agirbestê bikin.

Welatên endam ên G7 diyarkirin ku, di demêk nêzîk de dîsa dive civîn lidar bikeve û rewşa Suriye û bandorên vî şerî di qada navneteweyî bû nirxandin. Tê çaverêkirin, ku Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiye jî bo civînê bên vexwendin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button