Break newsNûçeslide

Daxuyanî derbarî berdewambûna binçavkirina Nûçegihanê Yekîtî Media Alan Selîm Ehmed

Yekîtî Media 8/2/2017

Derbarî berdewambûna binçavkirina rojnamevan Alan Selîm Ehmed nûçegihanê Yekîtî Media, malpera Yekîtî Media daxuyaniyek, doh sêşemê belavkir.

Di daxuyaniyê de hat, ku asayişa PYD doh sêşemê hejmarek ji serkirde û endamên partiyên ENKSê serbest berdan, piştî 6 mehan ji binçavkirinê bêyî ku Alan Ehmed serbest berdin û di zindanên xwe de hiştin, herweha daxuyaniyê ji raya giştî re diyarkir, ku Alan Ehmed berî 6 mehan ji rex asayişa PYDê ve hat revandin û 63 rojan di zindana tekane de li Çirkînê hatibû girtin.

Di dawiya daxuyaniyê de , rêveberiya Malpera Yekîtî Media ev kiryar şermezarkir, ku PYD karê wan qedexe dike di heman dema ku dezgehên ragihandinê yên rêjîmê bi azadî li herêmên kurdî kar dikin, û doz li rêxistinên mafên mirovan kirin ku hewl bidin jibo serbest berdana rojnamevan Alan Ehmed.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button