Break newsRagehandinslide

Daxuyanî derbarê sergonkirina heval Bedran li Turkiyê

Dûrî hemû pîvanên siyasî, welatperwerî û mirovayetiyê , hêzên YPG- PYD heval Bedran Misto ( berpirsiyarê rêxistina partiyê li Serê Kaniyê ), sergonî Turkiyê kirin di nîvê ševa 16/7/2014 bi darê zorê pištî ku hatibû girtin ji aliyê wan ve bi helkefta bîranîna çil saliya Kembera Erebî. Eu bixwe di rewšeke xerab de bû dema girtinê ku hatibû iškencekirin û pir gotinê ne di rê de jêre gotinbûn. Peyre jêre biriyara YPG xwendin ku sergonî Turkiyê bibe û Kurdistana Sûriyê derkeve, û heger eu tu Daxuyaniya derxe, wê rewša malbata wî dibin metirsiyê de be.
Ev kiriyarên hovane ku dûrî morala kurdî ne ku bi dehê çalakvanên kurd hatin girtin û sergonkirin. Helbet ev tiśtekî wê bi giyanê kurdayetiyê nîne, xizmeteke bêqelene ji bo rêjîma Sûriyê ,ku dixwest deverên kurdî vala bike, lê îro roj bi dastê PYD pêk tê mixabin.
Dîse em weke partiya Yekîtî van kiriyaran šermezar dikin û soz didin ku karê xwe berdewam bikin ta ku kurd bighêjin mafê xwe yên netewî di destûra welat de li bingeha welateke hevpar , Demokrat , peel keman û federal. Ji ber doza me dozeke rewa ye û em li ser xaka welatê xwe dijîn.
Sedema van kiriyarên PYD em dozê li hemû hêz û rêxistinên Demokrat yên mafên mirovan û heman hêzên siyasî Kurdistanî û navdewletî kû dijî van rewšên çewt rabin û šermezar bikin.

Komîta navendî ya Partiya Yekîtî Kurdî li Sûriyê
17/07/2014

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button