Break newsNûçeslide

Daxuyanî Derbarê refrandûma li ser pêşeroja herêma Kurdistanê

Yekîtî Media 30/7/2017

Deqa daxuyaniyê:

Ji ber ku gelê kurd li ser xaka xwe ya resen û dîrokîye û di hebûn û tamarên avakirina xwede, wekû gel û netawek cûda dîyar dibe bi Ol û cejn û ziman û cil û berg , ew xudan mafe ku ew bi xwe mafê xwe diyarbike û çarenûsa xwe jî diyar bike û di nêv xwede mafê sivîl û serxwebûnê îlankirina dewletek serbixwe ya bê shert û bê zor û tûndî bi cîbîne.

Em yê di rêxistinên sivîl û sazêyên yên di carçoveyên civaka kurdî de xebatê dikin, me bawerîya heye her bizaveke serkeftî û bi destxistina mafê netawî di kîjan peshên kurdistan de be, ew dikeve di bejawendîya wan beshên dinê yê kurdistan de û aramî û demokrasîyê bi cî dike,

Em radighînin ku em jî bi yek rêz û mil bi milve li kêleka tevaya serokatîya siyasî yên ku civyayê, ku beryara xwe kirin gel beryara serokê herêma kurdistanê Berêz Masûd Barzanî û hjimar ( 106) dîroka 8.9.2017 ku refrandûma li ser pêsharoja herêma kurdistanê û li herêmên rizgarbûyê bi xwîna shehîdan û hêza pêshmergên qehraman tê parastin.

Gelê kurd heya nihajî dibe bi qorbanîya leystokên tarwan û boselya siyasî ya dewletê mezin û dewletên navçê û herêmê , xaka me parçkirin di navbera xwede û bê îrada gelê kurd welatê wî parçekirin û dagerkirin û hemû rengê zilm û zordarîyê li ser kurdan meshandin û bi anfalkirin û qirkirin û komkujîyên kîmyawî û conesayd, wan dujminan bi armancên pelankirî û lihevkirî karkirin ku kurdan bî îrada û pûç bikin û bê ziman û nasnama û her nirxekî wî yê netawî lê qedexe bikin, de xwe jibîr bikê û zûka bihelê û bi zor bibin Arab û Turk û Furs,,de gelê kurd nikaribe bi rola xwe rabe û de nebe xudan kesatîyek yasayî û çalak û nebe hilgirê nama ashîtîyê û avakirina sharistanîyê, ku bi xwe kurd ew ji her kesî bihtir ashtîxwazin û sharstanîne , ev dibe tirsek ji dujminan re ku kurd wê bibin centrala goherînê di rojhelat navîn de û kurd wê bibin avakirê darishtina pashaeroja xwe û pêsheroja herêmê jî û casbandina asayîsh û aramîya li herêmê û bi vî awayê herdemîya bingeha pêkvejiyana pêkhatên civakî û misogerkirina mafê hemûyan bi hevre li ser dîroka hevbesh û berjawendîya hevbesh , ji ber mafê gelan li gor zagonên ku hatine danîn ji hêla ( Wilson) ve dibêje her miletek hebe û li ser xaka xwe ya dîrokî , ji mafê wîye kû ew xudan beryar be ser maf û caranûsa xwe û ku bibe dewlet û azad bijî û heya bi kitêbên Semawî maf dide ku her kesek azad bijîtin.

Em jî takîd dikin ku mafê kurdan rawaya û ev beryara refrandûmê dibe çarserkirin gelek pirsgirêkan û rûpelên kevin yên kîn û sher û neheskirinê di tawîne di navçê de, ji ber shirîkê me jiyan xitimandine bi mêjîyê xweyê ne qebûlkirinê, yên li hemberî xwe û yên ne ji toxm û netawa wan be ew qebûl nakin.ew ji bîr dikin ku azadî nerxekî bilinde dihêle ku milet bibin xudan hêz û xwe avabike ser ramaneki rêzgirtina insan û avakirina kesatîya insanekî xudan beryar , insanekî avakerê civatê bêyi ku ev insan timî di tirsa xwîn û mirinê debe..

Carek dinê em radeghînin ku em pishtevanîya refrandûma ser serxwebûna herêma kurdistan dikin û em amadabûna xwe pêshkêshî wan dikin û sherefek mezine bo me ku em xizmeta vê gava dîrokî û pîroz bikin, em hêvî dikin ku gelê me û hemû gelên herêmê re pêşarojek aram û xwesh û zarokên wana jiyan bibin dûr li tirs û teror û ceng û şer.

Emzekirin : 1075 rêxistin û kesaytî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button