Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Davutoglo: Parlamenter dê li pêş dadgehê bêne darizandin

Yekîtî Media 30/4/2016

Serokwezîrê Tirkiyê li Diyarbekirê li Bakurê Kurdistanê bajarê Mûşê dubare kir ku, dê parêzbendiya parlamenteran bê rakirin û li pêş dadgehê bên darizandin.

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmed Davutoglo îro bi şanda pê re derbasî bakurê Kurdistanê bû û  beşdarî merasîma 99’emîn salvegera rizgarbûna Mûşê ji destê Artêşa Rûsyayê bû.

Davudoglo di merasîmê de derbarê parêzbendiya parlamenteran de got, hatiye dîtin ku, kesên tev li terorê dibin xwe ji vê dûr naxin û hinek parlamenteran di nav otombêlên xwe de bo PKKê çek birine.

Davudoglo daxuyakirin, ew derbarê tu kesî de biryarê nadin, tenê pêş dadgehkirinê vedikin û kî çi tawan kiriye divê li pêş  dadgehê bê sezakirin.

Davudoglo got, Parlamenterên HDP’ê di bin navê şêwermendan de êrişkar xistine Parlamentoya Tirkiyê û xwestine wê derê tevlihev bikin.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button