Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

DAIŞê mizgefta Ebû Bekir Sidîq teqand

Dihok (Rûdaw)- Çekdarên rêxistina DAIŞê li Mûsilê mizgeftek teqandin, herwiha dêreke xirstiyanan têk dan.

Berpirsê Şaxa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Îsmet Receb ji Rûdawê re ragihand: “Çekdarên DAIŞê mizgefta Ebû Bekir Sidîq li navçeya Şûre ya başûrê Mûsilê teqandin ew jî bi hênceta ku gora kesekî tê de bû û xelkê serdana wê dikir.”

Îsmet Receb wiha got: “Herwiha wan çekdaran nexşe û nîgarên ser dêra Meryem El Ezra li Mûsilê têk birin, da ku ew cih bo karekî din bikar bê.”

Ji aliyekî din ve, li gorî zanyariyên Rûdawê, roja 28ê vê mehê 2 girûpên DAIŞê li navçeya Beac a rojavayê Mûsilê pevçûn û nêzîkî 20 kes ji hev kuştin.

Beriya niha jî wan çekdaran li mûzeya Mûsilê şûnwarên Nimrud û Hewez ên kevnar têk birin, herwiha çendîn cih û mezarên olî jî teqandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button