Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

DAIŞ’e berpirsiyariya xwe ya teqînên Kerkûk û Hewlêrê ragihand

Kerkûk – Dewleta Îslamî (DAIŞ), berpirsiyariya xwe ya teqînên duhî yên li Kerkûkê ragihand û navê xwekujeran jî aşkere kir.

DAIŞê li ser înternete belav kir ku, teqînên duh yên li Kerkûk û Hewlêrê ji hêla xwekujerên wan ve hatine pêkanîn. Li gorî daxuyaniya DAIŞê, teqînên Kerkûkê ji hêla xwekujerên bi navê Ebû Emne Ensarî, Ebû Îbrahîm Almanî û Ebû Yaser Almanî ve hatine pêkanîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li Hewlêrê jî bi otomobîleke bombe barkirî hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê kirine armanca êrişê.

Duh li Kerkûkê 3 êrişên bombeyî bi xwekujeran hatibûn kirin û di encamê de 21 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 123 jî birîndar bûbûn.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button