Break newsNûçeslide

DAIŞ tenê 250 metreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê (Bakur) ye

Hewlêr – Çekdarên DAIŞê “pînê xwe yê reş” li gundê Ziyaretê yê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê daçikandine. Ev gund tenê 250 metreyan dûrî Bakurê Kurdistanê ye ev rewş jî Bakuriyên nêzîkî sînor ditirsîne.

Ev 14 roj in çekdarên DAIŞê bi hemû hêz û quweta xwe êrişî herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê dikin lê heta niha ji aliyê şervanên YPGê û gel ve hatine sekinandin û derbên giran li wan hatiye dayîn.

 DAIŞê her çiqas nekarîbe bajarê Kobanî bigire lê hinek gundên bajêr xistiye destê xwe, hinek gund jî bûne eniya şerê YPG û DAIŞê.

 Li gorî ajansa DHAyê, yek ji wan gundên ku çekdarên DAIŞê nekarîne bi tevahî bixin destê xwe gundê Ziyaretê yê di navbera Girê Spî û Kobanî de ye. Gundê Ziyaretê li hember navçeya Bîrecikê ya bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê ye ji ber wê jî şer û pevçûnên ku li nav gund de çêdibin bi hêsanî ji aliyê xeklê Bîrecikê ve tên dîtin.

 DAIŞê li ser hinek malên gund pînê xwe yê reş daniye û wisa nîşan dide ku gund ketiye destê wê lê car caran li nav gund de şer derdikeve û xelkê Bîrecikê jî ji vê yekê ditirsin.

 Xelkê taxa Ziyaretê ya Bîreckê dibêjin, her dem şer heye li gundê Ziyaretê de, hinek caran fîşek derbasî aliyê Bakur dibin û li malên wan dikevin ji ber wê jî newêrin zêde li malên xwe de bimînin.
Li gorî nûçeyê, artêşa Tirkiyeyê jî ji ber vê yekê hêz rijandiye ser sînor.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button