Break newsNûçeslide

DAIŞ kete Îranê jî

Hat zanîn ku çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) xwe gehandine Îtanê û 4 kes kuştine, lê heta niha kesek nehatiye girtin û nayê zanîn ka kî bûne.
Di vê derbarê de çavkaniyeke taybet agahî dan BasNewsê û got: ‘’Doh (24.06.2014) li qezaya Sedefî ya Bawecanî li nav bajarê Taze, 4 kes ji hêza ewlekariya siyasî ya Îranê hatin kuştin.’‘

Heman çavkanî wiha axifî: ‘’Ji wan çar kesan sê piledar in û yek ji wan jî leşker e, kes jî nizane kî bûn ên ew kes kuştine û heta niha kes li ser bûyerê nehatiye girtin, tenê di nav xelkê de gotegotek belav bûye ku çekdarên DAİŞ’ê ew kuştine.’‘

Hêjayê gotinê ye piştî ku nêzîka 30 hezar leşkerên artêşa İraqê sengerên xwe bicîh hiştin û reviyan, çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ) karîn bajarê Mûsilê dagîr bikin û niha di bin kontrola wan de ye.

Li gor medya navxwe û cîhanî, Komara Îslamî ya Îranê jî bo şerê li dijî DAİŞ’ê ji çend aliyan ve hêzên çekdar şandine navçeyên ku Şîe li niştecih in, loma gumaneke zêde heye ku ew her çar kes bi destê çekdarên DAİŞ’ê hatibin kuştin.
(Avestakurd)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button