Break newsNûçeslide

Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve êrîşî mangirtina ENKS li Qamişlo kirin

Yekîtî Media 2/12/2016

Îro li bajarê Qamişlo, piştî nîvro, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê mangirtinek li dijî kiryarên PYDê lidarxist , herweha jibo piştgiriya girtiyên siyasî yên ENKSê di zindanên asayişa PYDê de.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo ragihand, ku ciwanên şoreşger yên bi ser PYDê ve êrîşî xwepêşanderan li pêşiya nivîsgeha PDK-s kirin û bi zorê ew ji hev belakirin.

Herweha heman girûpê êrîşî navenda partiya Yekîtî li rojhilatê bajarê Qamişlo kirin , û navend xera kirin û camên wê şikandin, û hejmarek ji endam û serkirdê partiya Yekîtî di hundirê navendê de dorpêç kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button