Break newsNûçeslide

Ciwanên Şoreşger êrîşî navneda partiya Pêşverû li Dirbêsiyê kirin û 2 kes birîndar kirin

Yekîtî Media 8/3/2017

Ciwanên Şoreşger yên girêdayî PYD êrîşî navneda partiya Pêşverû ya kurd li bajarê Dirbêsiyê kirin ku roja jina cîhanî vejîn dikirin.

Di wê êrîşê de Dr. Xalid El-îsa endamê partiya Pêşverû û Ebdilmecîd Hemdo yek ji alîgirên heman partiyê bi derbên kêran hatin birîndar kirin, di encama wê êrîşa ku ciwanên şoreşger pê rabûn lidijî ahenga roja jinê.

Tê zanîn ku ta niha navenda partiya pêşverû li Dirbêsiyê hatiye dorpêçkirin ji rex ciwanên şoreşger ve.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button