Break newsNûçeslide

Ciwanên Şoreşger bi molotovan êrîşî nivîsgeha partiya Yekîtî li Qamişlo kirin

Yekîtî Media 24/8/2017

Doh Li bajarê Qamişlo ciwanên şoreşger yên girêdayî PYD êrîşî nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê kirin û hewla şewitandina wê dan.

Nûçegihanê Yekîtî Media li bajarê Qamişlo ragihand, derengê şeva bûrî, çar ciwanan ku otumbîleke van ya sipî bi wan re bû, bi çar bombeyên Molotof êrîşî Nivîsgeha Şehîd Silêman Adî li rojhilatê Qamişlo kirin û piştî agir bi hewşa nivîsgehê ket reviyan, lê welatiyên ku malên wan li nêzîkî nivîsgehê ne, ew agir vemirandin.

Di Tebaxa sala bûrî de jî, nivîsgeha Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê sê caran rastî êrîş û şewtandinê hatibû ji rex alîgirên PYD.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button