Break newsNûçeslide

Cinêv 7 bidawî hat, De Mistora dibêje: danûstandin li pêşketin!

Yekîtî Media 15/7/2017

Danûstandinên Cinêv 7ê yên di navbera şanda hikûmet û dijbereya Sûriyê de bidawî bû û vê carê jî danûstandinên rasterast nehatine kirin. Bi tenê De Mîstûra bi awayekî cuda, bi tevahiya aliyan re civiya.

Guhertina vê carê ew bû, ku behsa yekgirtina her sê platformên dijbereyê dihat kirin û bo vê armancê jî çend civîn hatin lidar xistin.

Gera 7emîn ya hevdîtinên Cinêvê bidawî bû. Her çar mijarên sereke yên weke, veguhestina siyasî , destûr, hilbijartin û teror, bi berfirehî hatin gotûbêjkirin. Lê di vê gerê de civînên rasterast di navbera şandên dijbere û hikumeta Sûriyê de pêknehatin.

Serokê şanda hikumeta Sûriyê Beşar Ceferî, vê carê daxuyaniyên tûnd li dijî dijbereyê neda lê êrîş kire ser Tirkiyê û hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê û got, ku Tirkiyê dest deyne ser bakurê Sûriyê.

serokê şanda jibereya Sûriyê Nesir Herîrî di konferansa rojnamevanî de, bi tûndî li ser hikumeta Sûriyê axivî û da xuyakirin, ku li bajarokê Eyin Tirma yê ser bi Şamê ve, li dijî xelkê sivîl gaza klor bikar aniye û herweha eşkere kir, ji bo qonaxa veguhestinê, divê teror jî bidawî be.

Di vê gerê de, bo cara yekemîn hersê şandên dijbereya Sûriyê bi Stephan De Mîstûra re civiyan, ku berî vê gerê li Lozanê li ser xalên hevbeş lihev kirbûn.

Li tev ku ti encam ji gera 7an derneketin, lê De Mistora dibêje ku danûstandin bi qonaxekê lipêşketine û gereke din di êlûnê de wê bê girêdan.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button