Break newsNûçeslide

Cerba : 3 hezar leşkerên Ereb tevlî şerê Reqayê dibin

Yekîtî Media 2/2/2017

Serokê Teyar El-Xed ya opozîsyona Sûriyê Ehmed El-Cerbe dibêje, 3 hezar çekdarên Erebî ku Hevpeymaniya Navdewletî rahênana wan dike amadekariyan dikin ji bo tevlî şerê Reqayê bibin.

Cerba di hevdîtinekê de digel “Rueters” de got, di vê heftiyê de li Qahîra Paytexta Misrê amadekariyên şerê Reqayê dikin û pilaneke wan digel hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de heye û dê amade bin ku di şerê kontrolkirina Reqayê de beşdar bin.

Cerba got jî, ew berî niha digel berpirsên Pentagonê li ser beşdarîkirina hêza wî ya bi navê “Nuxba Erebî” di şerê kontrolkirina Reqayê de rêkeftine.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button