Break newsNûçeslide

Cemîl Bayik: Referandûm mafekî demokratîk e û divê kes li dij dernekeve

Yekîtî Media 13/6/2017

Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik dibêje, referandûma li Herêma Kurdistanê mafekî demokratîk e û divê kes li dij dernekeve.

Cemîl Bayik beşdarî televîzyoneke nêzikê PKKê bû û derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de da zanîn ku divê ti kes dijatiya referandûma serxwebûna Kurdistanê neke. Referandûm mafekî demokratîk a Kurdan e û encama rewşa tengav û ya navxweyî û dervayî ye.

Lê Cemîl Bayik amaje bi wê yekê kir ku, “pêkanîna referandûmê di nava giloka pirsgirêkên civakî de, wê serketinê bi xwe re nîne.”

Ev daxuyniyên Cemîl Bayik yekemîn helwesta erênî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de ye, bi taybet ku referandûm hemû navçeyên ku li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê jî li xwe digire, ku bi sedema rewşa nû ya ji piştî hatina DAIŞê, hêzên PKKê li hin navçeyan de bicih bûne.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button