Break newsNûçeslide

Çekdarên PYDê du endamên xwecihiya Dêrikê ya ENKSê serbest berdan

Yekîtî Media 15/3/2017

Îro çarşemê, çekdarên PYDê serokê xwecihiya ENKSê li Dêrikê Umer Ismaîl serbest berdan.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li Dêrikê, çekdarên PYDê serokê xwecihiyê serbest berdan piştî çend demjimêran ji revandina wî ji nivîsgeha wî li bazara bajêr.

Herweha çekdarên PYDê , îro dema sibeha endamê xwecihiya Dêrikê ya ENKSê Mihsin Umer serbest berdan, piştî ku ew demjimêr 2 ê şevê ji mala wî revandibûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button