Break newsNûçeslide

Çekdarên PYD bêhtir ji 400 ciwanî li Qamişlo binçavkirin

Yekîtî Media 2/4/2017

Çekdarên PYD , ji roja înê 31ê adarê, bi behaneya leşkeriya bizorê dest bi hilmeteke girtina ciwanan li bajarê Qamişlo kirine, têde bêhtir ji 400 ciwanî ta niha binçavkirine, ew hilmet ta îro yekşemê berdewambû.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo ragihand, çekdarên PYD ( asayişa serbazî – asayiş ) êrîşî dikanên bazara navendî li bajêr kirin, herweha bazara Selam û bazara şînkayê û lêkolîn li ciwanan kirin, herweha ketin hundirê xwaringehan jî .

Di encamê de bêhtir ji 400 ciwanî binçavkirin bi behaneya yasaya leşkeriya bizorê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button