Break newsNûçeslide

Çekdarên opozisyona Sûrî ligel malbatên xwe ji taxa El-Wa’ir derdikevin

Yekîtî Media 18/3/2017

Piştî 5 salan ji dorpêca li ser taxa El-Wa’ir ya bajarê Humsê ji aliyê rêjîma Sûriyê ve û piştî rêkeftinekê ligel çekdarên opozisyonê, yekem karwanê çekdar û malbatên wan ji wê taxê derketin.

Li gor ajansa Sûrî “SANA” ya fermî, îro yekem karwan çekdarên opozisyonê ligel malbatên wan, ku dora 2 hezar kes hebûn ji taxa El-Wa’ir derketin û berve deverên di bin kontrola opozisyonê li rojhilatê Helebê ve çûn.

Li gor Parêzgarê Humsê ragihandiye, îro 400 çekdar û dora hezar û 500 sivîl ji taxa El-Wa’ir ya Humsê derketin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button