Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Çaverêye 2 hefteyên din Mûsil bi tevahî were kontrolkirin

Yekîtî Media 28/5/2017

Qonaxa dawî ya operasyona Mûsilê ji bo bi dawîanîna li rêxistina DAIŞê dest pê kir, li gorî pêşbîniyên fermandeyên hêzên iraqî heta 2 heftiyan Mûsil dê bi tevahî were kontrolkirin.

Duh serê sibehê hêzên Iraqê êrişî ser taxên Sihhe, Zencîlî û Bab Sincar kirin û şer û pevçûnên giran di navbera herdû aliyan de derketin.

Di 6 seetên destpêkê yên êrîşê de, hêzên Iraqî 4 kargehên dirustkirina teqemenî û bombebarnkirina otomobîlan bi balafiran jinav birin.

Di eniyên şer de jî 13 otomobîl û 3 matorsikletên bombekirî yên DAIŞê berî ku bigihin hêzên Iraqê hatin teqandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button