Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Çar welatên Erebî pêwendiyên ligel Qeterê birrîn

Yekîtî Media 5/6/2017

Her çar welatên Ereb Siûdiye, Behrên, Îmarat û Misrê îro hemû pêwendiyên dîplomasî ligel Qeterê birrîn.

Her 4 welatên Erebî Siûdiye, Behrên, Îmarata Erebî û Misrê bi awayekî cuda, pêwendiyên dîplomasî, çûnûhatin geştên esmanî li pêş Qeterê daxistin û 48 demjimêr bo dîplomatan û 14 roj jî bo geştiyaran wek muhlet dan wan da ku ji welatên wan derkevin.

Ev biryara her çar welatên Ereb derbarê Qeterê de, ji ber wê sedemê tê, ku ew Qeterê bi piştevaniya li grûpên terorist (Îxwan Muslimîn, Husiyên Yemenê û Qaide) û piştevaniya Qeterê ji ecindeyên Îranê re û têkdana asayişa navçê tuhmetbar dikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Qeterê nîgeraniya xwe derbarê biryara her çar welatan derbirî û ragihand, ti rastiya wan tuhmetan tune ye.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button