Break newsNûçeslide

Cafer Êmînkî : Îran û Tirkiyê di praktîkê de ne li dijî serxwebûna Kurdistanê ne

Yekîtî Media 25/5/2017

Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Cafer Êmînkî ragihand, piştî encamdana referandûmê, serkirdayetiya siyasî ya Kurd diyarkirina sînor û pirsa navçeyên ku cihê nakokiyê ne, ligel Bexdayê yekalî dike.

Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Cafer Êmînkî di hevdîtinekê ligel ajansa “Anadol” ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)  hewl dide ku parlemento li ser mîkanîzmeke demokrasî û yasayî bê karakirin. Berê rêkeftineke dualî di navbera PDK û Tevgera Goranê hebû û di çarçova wê rêkeftinê de serokatiya parlementoyê bo Tevgera Goranê hate dayîn, lê niha ew rêkeftin bi tevahî hatiye hilweşandin, ji ber wê û ji bo karakirina parlementoyê, pêwîstî bi rêkeftineke nû di navbera aliyên siyasî yên din heye.”

Derbarê rêkeftina di navbera PDK û YNKê de, Êmînkî got: “Li gor vê qonaxê, divê rêkeftineke nû di navbera hemû aliyan de hebe, lê niha pêwendî di navbera PDK, YNKê û Yekgirtûya Îslamî de gelekî baş e û egere heye rêkeftineke nû di navbera wan de çê bibe, bo diyarkirina serokatiyeke nû bo Parlementoya Kurdistanê. Hêvdar in pêwendiyên di navbera PDK û Tevgera Goranê asayî bibe.”

Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê encamdana referandûmê bi yekrêziya navmala Kurdî girê da û got: “Heger aliyên siyasî yekrêz bin, berî Îlona îsal referandûma serxwebûnê dikin, ji ber ku heta niha welatiyên Herêma Kurdistanê bi hemû pêkhateyên xwe amade ne bo encamdana referandûm, bi merca ku Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê ji berî demekê bê agahdarkirin, ji ber ku 2 meh pêwîst in bo temamkirina amadekariyên referandûmê.”

Cafer Êmînkî di dirêjahiya axaftina ligel ajansa “Anadol” de behsa qonaxa piştî referandûmê kiriye û di vê derbarê de gotiye: “Ne merce ku Herêma Kurdistanê ji piştî referandûmê rûbirûyî qeyran û krîzên mezin bibe.” Êminkî got jî: “Reng e çend pirsgirêkên biçûk derkevin, lê pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel Tirkiye û Îranê wek du welatên cîran di rewşeke asayî de dimîne.”

Êmînkî aşkere kir ku, her yek ji Tirkiyê, Îran û Iraqê li wê yekê agahdar kirine ku welatiyên Herêma Kurdistanê dixwazin referandûmê encam bidin, ti welatek ji wan welatan jî di pratîkê de li dijî serxwebûna Herêma Kurdistanê nabin, lê tenê dijayetî di çarçova daxuyaniyên nerênî dimînin, ne ku dijayetiyeke fermî.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button