Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Buseyna Şaban : Amerîka nikare şerekî li dijî me bike

Yekîtî Media 19/8/2017

Buseyna Şaban di hevdîtinekê de digel televizyonek nêzîk ji hikumeta Suriyê, di dema amadebûna wê di Pêşangeha Şamê ya navdewletî de ragihand, vekirina dergehê pêşangeha Şamê ya navdewletî û hatina hejmarek zêde ji kompanyayên biyanî tê wateya wê yekê ku, şer li Suriyê bidawî bûye.

Derbarê şerê li Suriyê Buseyna Şaban diyarkir, wan teror ji nav biriye û her hêzeke ne şer’î liser axa Suriyê hebe, ew dê şerê wê bikin, ew her hêzek be çi – Amerîka û çi jî Tirkiye. Şerê li Suriyê hevsengiya hêzê li cîhanê guhertiye, û hêza welatên Rojava li hemberî  hêza Rusyayê, Çînê, Brazîlya û Îranê kêm bûye.

Şêwirmenda Serokê Sûriyê tekez kir ku, Amerîka nikare şerekî bike, û biryara rawestandina dayîna pereyan ji bo Opozisyonê û hevrêziya wê digel Rûsyayê ji bo deverên kêmkirina şer tê wateya dawiya  şer li Suriyê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button