Hevpeyvîn

Brahîm Biro: Emê xwe ji Desteya Bilind vekişînin

Hewlêr (Rûdaw) – Sekretereterê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê, Brahîm Biro girtina endamên El- Partî ji aliyê hêzên PYDê ve şermezar kir û got: “Ev girtin ji ber cudabûna nêrînên siyasî çêbûye.”

Brahîm Biro, got bi taybet ciwanên partiyên di nava Yekîtiya Siyasî de bi tewanên hazir û bêbingeh têne girtin. Biro destnîşan kir ku tuhmetên PYD dibe ser wan ciwanan, rejîma Baasê jî ew tişt nekiribûn.

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdî li Sûriyê Brahîm Biro ji Rûdawê re got: “Eger PYD wan tiştan nesekinîne, wê weke Partiya Yekîtî xwe ji Desteya Bilind a Kurd vekişînin.”
Sekreterê Yekîtî Brahîm Biro ragihand ku nêzîkî 20 hezar Şebîheyên rejîma Sûriyê li Qamişlo xwe amade kirine û PYD cesaret nake li aliyê wan binêre.

Îbrahîm Biro piştî civîna Desteya Bilind a Kurd ji Rûdawê re got: “Aliyê PYDê soz dane niha wan kesên girtî berdin. Me di civînê de ragihand ku ji bo nakokî di nava kurdan de çênebin, êdî nabe tiştên wisa rûbidin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button