Break newsNûçeslide
Bo şermezarkirina kiryarên PYD ê, ENKS ê sibe bi mangirtinekê li Amûdê radibe
Yekîtî Media 30/5/2016
Biryare sibe 31 ê Gulanê se’et 6 êvarî, ENKS ê mangirtinek navendî li bajarê Amûdê lidar bixe, li dijî kiryarên PYD ê û bo piştgiriya endamên paritya Yekîtî ya Kurd yên ku ji rex asayişa PYD ê ve bi şêweyekî hovane hatin binçavkirin.
Bo vê mangirtinê Emîndariya Giştî ya ENKS ê daxuyaniyek belavkir, têde milet bi rengekî giştî bo mangirtineke aştiyane vexwendî kir.