Break newsNûçeslide

Birîtanya: Dibe ku Esed di hikûmeta demkî de cih bigire

Navenda Nûçeyan – Serokwezîrê Birîtanyayê David Cameron got, dibe ku Esed di hikûmeta demkî de ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê were avakirin cih bigire.

Beriya niha Birîtanyayê ragihandibû heta ku ew naxwazin heta ku esed dest ji desthilatiyê bernede, ti pavêjoyên çareseriyê were destpêkirina.

Serokwezîrê Birîtanyayê David Cameron ji televîzyona Sky News a birîtanî re diyar kir cihê Esed dê paşeroja Sûriyeyê de nebe.

David Cameron wiha got: “Çênabe Esed dê paşroja Sûriyeyê de rolê werbigire. Di vê mijarê de nêrîna me ne hatiye guhertin. Bêguman nêrînên me yên derbarê heyama derbasbûyînê de gelekî krîtikin û divê niha em bala xwe bidin li ser vê yekê.”

Cameron, Esed bi tawanên gelê xwe qeil dike, bûye sedema krîza koçberan û herwiha bûye sedema bihêzkirina DAIŞê tohmetbar kir û got: “Piştî krîza Sûriyeyê hat çareserkirin divê Dadgeha Tawanên Navneteweyî de were darizandin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button