Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

BÎLANÇOYA ROJA YEKEM: 100 kuştî – 150 km hat kontrolkirin!

Şingal (Rûdaw) – Fermandeyiya Giştî ya Hêza Pêşmerge di daxuyaniyekê de encama operasyona Şingalê aşkere kir û ragihand, çekdarên DAIŞê zêdetirî 100 termên kuştiyên xwe li paş xwe hîştin û bi dehan otomobîlên leşkerî yên wan hatin têkbirin. Herwiha %75ê operasyona îro bi awayeke serkevtî bidawî bûye.

Fermandeyiya Giştî ya Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê derbarê operasyona îro ya Hêza Pêşmerge bo rizgarkirina Şingalê de daxuyaniyek belav kir.

Fermandariya Giştî ya Hêza Pêşmerge ragihand, îro pênşemî hêzên pêşmerge bi serpireştiya rasterast a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de û bi piştevaniya balafirên hêzên hevpeyman ji sê aliyan ve operasyona yekalîkir a rizgarkirina Şingalê û derdora wê ji bin dagîrkariya DAIŞê dest pê kir.

 

Herwiha di daxuyaniyê de, pîrozbayî li gelê Kurdistanê, malbatên şehîdan û bi taybet kurdên êzidî hatiye kirin.

 

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Roja pêşncşemî û di çarçoveya operasyona rizgarkirina Şingalê de  zêdetirî 150 km ji axa Kurdistanê ji çekdarên DAIŞê hat paqijkirin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Pêşmerge li ser pêşveçûnên xwe berdewam e û niha jî em li benda tîmên endazyarî yên taybet bi pûçkirina mînên çandî û teqmeniyan in daku nav bajarê Şingalê were paqijkirin.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button