Break newsNûçeslide

Bi fermî Kerkûk beşdarî referandûma serxwebûna Kurdistanê dibe

Yekîtî Media 29/8/2017

Parêzgeha Kerkûkê îro bi fermî biryarê da, beşdariyê di referandûma serxwebûna Kurdistanê de dikin.

Îro bi armanca dengdana li ser beşdariya di referandûma serxwebûna Kurdistanê de, Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi beşdariya Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm civiya.

Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ragihand, Referandûm mafekî yasayî ya Kerkûkê ye û destûra Iraqê jî rê dide birêvebirina referandûmê. Rêvebirina referamdûmê li Kerkûkê nabe sedema şer.

Di civîna îro ya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de, her yek ji pêkhateya Tirkmenan û nûnerên Kildan, Siryan û Aşûriyan deng dan beşdariya di referandûmê de bikin. Herwiha diyar kirin, ew dengê “Belê” didin serxwebûna Kurdistanê.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button