Break newsNûçeslide

Bi boneya salvegera yekem ya teqîna taxa Xerbî li Qamişlo ENKSê daxuyanî da

Yekîtî Media 27/7/2017

Bi boneya salvegera yekem ya teqîna ku li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo  di 27 meha tîrmeha 2016an de rûda,emîndariya giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê daxuyanî belavkir.

Di daxuyaniyê de ENKSê bi tundî ew teqîna ku zêdetirî 50 şehîd û 100 birîndar li dû xwe hiştin şermezarkir, û teror bi giştî şermezarkir ku ew miletê Kurd bi pilan armanc dike.

ENKSê tekezkir li ser piştgiriya çareseriya siyasî ji kirîza Sûriyê re bi armanca avakirina Sûriyeke fedral û dîmokrat, herweha tekezî li ser piştgiriya projeyê netewî Kurdî kir bi serokatiya berêz Mesûd Barzanî.

Di dawiya daxuyaniyê de ENKSê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, û saxlemî ji birîndarên teqînê re xwest.

1 2 3 4 5

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button