Break newsNûçeslide

Bexdayê bersiva referandûma Kurdistanê da

Yekîtî Media 9/6/2017

Berdevkê Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê, Sedî Hedîsî got: “Hemû biryarên derbarê paşeroja Iraqê de, divê li gorî destûrê bin.”

Sedî Hedîsî derbarê biryara referandûmê ya Başûrê Kurdistanê de îro Înê 09-06-2017 bi daxuyaniyekê ragihand: “Pêwîste hemû iraqî bi hevre biryarê liser paşeroja xwe bidin. Nabe ti aliyek bi piştguhxistina aliyên din biryarê bide.”

Hedîsî behsa pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî kir û diyar kir: “Civata Wezîrên Iraqê pişta xwe dide destûrê. Weke merciyeke siyasî û yasayî, ji bo biryara liser pêwendiyên hikûmeta federal û ya Herêma Kurdistanê jî dê li gorî destûrê tevbigere.”

Hedîsî dubare kir, ku “biryara derbarê paşeroj û ayindeya Iraqê de ne di destê aliyekê de ye û biryara hemû iraqiyan e.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button