Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Bêtirî 600 hezar welatiyên Sûriyayê di nava 7 mehên derbasbûyî de vegeriyane malên xwe

 Yekîtî Media 12/8/2017

Rêxistina Koçberiya Navdewletî ragihand, ku bêtirî 600 hezar welatiyên Sûriyayê di nava 7 mehên derbasbûyî de vegeriyane malên xwe. Lê hejmara kesên ku di heman demê de meşext bûn e ji 600 hezaran bêtir e.

Peyvdara Rêxistina navhatî Olîvya Hîdon diyar kir, ku gelek ji wan kesên vedigerin Sûriyê, tên ji bo rewşa mal û milkên xwe bibînin an jî, ji ber ku rewşa aborî li cîhê penaberiya wan têk diçe, û got: Em nikarin bêjin ew kes bi dilê xwe vegeriyan e, yan jî dê careke din meşext nebin.

Heman rêxistinê tekez kir, ji sedî 67 ji wan kesên vegeriyane, xelkê parêzgeha Helebê ne. Ew jî, piştî ku hêzên hikûmetê tevaya wê parêzgehê kontrol kirin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button