Break newsNûçeslide

Bêtirî 560 çekdarên DAIŞ ê li Minbicê hatin kuştin

Yekîtî Media 15/6/2016

Encûmena Leşkerî ya Minbicê di konfiranseke rojnamegerî de ragihand, ku di roja 15emîn ya operesyona  Şehîd Fêsel Ebû Leyla bo rizgarkirina Minbicê, dora 100 kîlometrê çargoşe hate rizgarkirin û bêtirî 560 çekdarên DAIŞ ê hatine kuştin.

Encûmena Leşkerî ya Minbicê konfiranseke rojnamegerî lidarxist ku Serokê wê hêzê Ebû Emced û Berdevkê wê hêzê Şervan Derwîş amade bûn.

Ebû Emced got: “Dora 100 kîlometro çargoşe ji DAIŞê hate rizgarkirin û bêhtirî 560 termên çekdarên DAIŞê hene. Li gor amarên me nêzîkî 30 heta 40 hezar sivîl di bajarê Minbicê de mane. Jixwe dora 150 hezar sivîl di Minbicê de bûn, lê piraniya wan di rojên borî de ber ve DAIŞ ê reviyane.”

Herwiha Serokê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced spasiya Hevpeymaniya Navdewletî kir, û di serî de hêzên Amerîkî, Birîtanî û Fransî.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button