Break newsNûçeslide

Beşdarbûna Îran Di Civîna Viyena De Ewê Her Çareseriya Siyasî Li Sûriyê Têk Bibe

Endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Nişrimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê de Miwefeq Nêrebiyê tekez kir ko gerek erêkirina Îranê li ser Daxuyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê hebe, û dijminkariya xwe birawestîne û hêzên xwe yên li rex Rêjîmê şer dikin ji Sûriyê vekêşe, berî ko ewê di çi çareseriya siyasî de beşdar bikin.
Nêrebiyê bal kêşand ser ko Îran di hewldanên çareseriyên siyasî de têkçûyî bû û bi xurtî di operasiyonên kuştin û koçberiya di derheqê miletê Sûrî de beşdar bûye. Hişyarî da eger Îran di danûstandinên dahatî yên Cinêvê beşdar bibe dê bizava navdewletî têk bibe. Bi taybetî hemû li ser çûna Beşar û yekîtiya Sûriyê erê dikin.  
Ji aliyê xwe ve Endamê Desteya Siyasî Fayiz Sara got nabe Îran di çi çareseriyên siyasî de yên derbarê Sûriyê beşdar bibe. Ew dibîne ko Îran ne bêalî ye lê di kuştina Sûriyan de ew şirîka Esed e. Ew û çeteyên bi ser wê ve ji wan jî Hizbullaha tirorist ku xaka Sûriyê dagîr kirine.
Sara bal kêşand ko heta evê kêlîkê Îran li ser daxuyaniya Cinêvê û biryara Encûmena Ewlekariyê 2118 erê nekiriye, ya ko hemû dewletan ji bo çareseriya siyasî li Sûriyê erê kirine.
Got ko beşdarbûna Îran di destpêka danûstandinên siyasî de ewê bandoreke neyênî bike û wê bihêle ko çareseriya siyasî têk biçe û bi taybetî serpereştên pasvanên şoreşger yên îranî birêvebiriya cengan ji sala 2012an ve dikin li dijî Artêşa azad da Rêjîma Esed biparêzin.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button