Break newsNûçeslide

Berpirsê Doseya Kurdistana Sûriyê Dr. Hemîd Derbendî bersiva Hemîd Derwêş da

Yekîtî Media 8/10/2017

Berpirsê dosya Sûriyê û rojavayê Kurdistanê di dîwana serokatiya Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî di derbarê axaftineke sekreterê partiya Pêşverû Hemîd Hecî Derwêş de, ku roja 1 vê mehê li civîna Hevdîtina Şêwirdarî de li Rimêlanê pêşkêş kiribû daxuyaniyek da.

Dr. Derbendî di daxuyaniya xwe de dibêje ku Hemîd Hecî Derwêş hinek zanyarî şaş dan û dive ew wan şaşiyan serast bike.

Berpirsê dosya Sûriyê û rojavayê Kurdistanê di dîwana serokatiya Kurdistanê eşkere dike ku, Hemîd Hecî Derwêş ji her kesî baştir dizane ku serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi her awahî alîkarî û piştgirî ji bo hemû aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir, û eger aliyên siyasî yekgirtîbana wê ew alîkarî hîn zêdetir ba.

Derbendî di daxuyaniya xwe de di derbarê girtina sînor de jî got, wan tu caran sînor ji bo pirsên însanî negirtine û di bin nave nexweşan de her sal bi hezaran kes derbasî Kurdistanê bûne, û gelek ji wan li ser hesabê Kurdistanê hatine dermankirin û ev jî wacibekî netewî ye û ew minetê li kesekî jî nakin.

Di beşekî daxuyaniya xwe de Hemîd Derbendî dipirse, kengî birêz Hemîd Hecî Derwêş, ji me xwest ku em derî ji wî yan jî ji hevalên wî û ji xelkê re vekin, û me venekin, tevî vê yekê jî hemû çûn û hatinên wî û hevalên wî bi riya deriyê Pêşabûr çêdibe.

Berpirsê dosya Sûriyê û rojavayê Kurdistanê di dîwana serokatiya Kurdistanê dibêje tu pêwendiyek di navbera wî û Hemîd Derwîş de li ser pirsa sînor çênebûye, weke ku wî di axaftina xwe de gotibû, û ji bo zanînê rojane nêzîkî 400 kes di sînor re diçin û têne Kurdistanê.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye ku Kurdistanê dixwaze sîstema elektronîk li ser sînorê Pêşabûr bi cîh bike ji bo ku hejmara çûn û hatinê zêdetir bibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button