Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Berhem Salih: Ji mafê miletê Kurd e biryara çarenivîsa xwe bide

Yekîtî Media 15/1/2017

Cîgirê Duyem yê Sekreterê Yekîtiya niştimaniya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih di panelekê de di konferansa guftûgoya Bexdayê de ragihand, destûra Iraqê beşeke mezin ji pirsgirêkên çareser kiriye, lê cibicî nebûye, mafê gelê Kurd e biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, yek ji wan biryaran jî serbixweyî ye.

Di goratekê de Berhem Salih got: “Em Kurd beşdarî nivîsandina destûra vî welatî bûn, destûrê beşeke mezin ji pirsgirêkên me çareser kir, lê destûr cibicî nebû û wê destûrê dîtin û hizrên me bicih neanî. Bi heman awayî di baweriya beşek ji Iraqiyan jî ew e, ku Kurdan zêdetirî mafê xwe biriye, ev jî pirsgirêkeke Iraqê ye, naxwazim bibêjim kî berpirsyar e, ev pirs divê guftûgo li ser were kirin. pêwîst e Bexda pirsgirêkên xwe bi Herêma Kurdistanê re çareser bike. pirsgirêka wê jî di yek pirsê de ye, Kurd dixwazin di çarçova Iraqê de bimînin, yan ji Iraqê cuda bibin. Mafê gelê Kurd e biryarê li ser çarenivîsa xwe bide, ji wan biryaran jî serbixweyî ye, pêwîst e Kurd di nava xwe de vê pirsê yekalî bikin, ku em di nava xwe de rêkeftin, divê vê pirsê bi Bexdayê re yekalî bikin, ne bi Tehran, Enqere û Washingtonê re.  Heger dixwazin bi rastî serxwebûnê bidest xwe ve bînin, divê hemû alî wan encamên ji serxwebûnê derkevin bigirin ser xwe.”

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button