Break newsNûçeslide

Baydemir: Îran û Tirkiyê dixwazin rihê peymana Saykes -Pîkot berdewam bikin

Yekîtî Media 24/8/2017

Peyvdarê HDP’ê Osman Baydemîr dibêje, Îran û Tirkiyê dixwazin rihê peymana Saykes -Pîkot berdewam bikin û divê hemû kurd hember vê yekrêziya xwe xurt bikin. Da xuyakirin, HDP bê merc piştevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê dike.

Baydemîr da xuyakirin, li rojhelata navîn siyaseta dijmintiya Kurdan têk çûye û dijberiya daxwazên kurdan, tê wateya dijberiya demokrasî, dad û wijdanê û kesê mafê Kurdan nas neke, xwedê jî nas nake.

Baydemîr got, Enqere, Şam, Bexda û Tehran hember daxwaz û dewleta Kurdan heman nerazîbûnê nîşan didin û ev jî nîşan dide ku bo wan mijara “Kurdê baş, Kurdê Xerab” nîne, Kurdên ku azadî û mafên xwe dixwazin bo wan metirsî ne. Jiber vê yekê pêwîste Kurd yekîtiya xwe xurt bikin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button