Break newsNûçeslide

Baydemîr: Em li pişta biryara serxwebûna Kurdistanê ne

Yekîtî Media 9/5/2017

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr li ser prosesa referandûma serxwebûnê ya Kurdistanê ku tê çaverêkirin heta meha îlonê wê pêk bê diyar kir ku biryara parlametoya başûrê Kurdistanê çibe ew ji wê biryarê re rêzdar in û ew wek biraderên wan piştgiriya wan dikin.

Berdevkê HDPê Osman Bayemîr di kongreya çapemeniyê de ji bilî pirsên derbarê rojeva Tirkiyê de hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî li ser referandûma serxwebûna Kurdistanê jî rawestiya û diyar kir ku li Rojhilata Navîn cur be cur gel û bawerî dijîn.

Digel gelê Kurd, Ereb, Fars, Tirk, Tirkmen û baweriyên wek Îsevî, Mûsevî, Muhammedî, Kakayî, Elewî û Êzîdî dijîn. Baydemîr ragihand ku azadî mafekî xwezahî ye li Rojhilata Navîn ji hemû bawerî û gelan. Ev daxwaz ne dijminatiya gelê Tirkan ne jî ya gele Faris an jî Ereban e.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button